Îro, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, serdana malbatên ku ji ber lehiya çemê Xabûr li taxa Xewîran a bajarê Hesekê zirar dîtine kir, û çavdêriya belavkirina alîkariyan li ser mexdûran kir.
Di serdana xwe de, parêzgarê Hesekê tekez kir ku ew ê di zehmetiyên ku gelê xwe dikişîne de li kêleka wan bin, û piştrast kir ku ew ê bêtir alîkariyê bidin xelkê zirar dîtine.
Texmîn nîşan didin ku hejmara malbatên ku ji ber lehiyê li bajarê Hesekê bandor bûne, wekî bîlançoya destpêkê 382 malbat e, û tê payîn ku hejmar zêde bibe.
Bi amaran: 85 malbat li taxa Mîrîdyen, 86 malbat li taxa Neşwe, 211 malbat li taxa Xiwêran û 3 malbat li Çiyayê Resas zirar ji ber lehî û baranê dîtine
