Navenda Şehîd Beşîr Feysel ya kesên xwedî pêdiviyên taybet ji bo nirxandina asta xwendekaran, dest bi ezmûnan kiriye.
Di Navenda Şehîd Beşîr Feysel El-Huweydî de ya girêdayî Meclisa sivîl a Rqeqayê , derdora 400 xwendekarên xwedî pêdiviyên taybet dixwînin.
Hevserokê Navendê Îsa El-Şêx destnîşan kir ku encamên ezmûnan pir baş in û pêşketineke berbiçav di asta xwendekaran de çêbûye.
Îsa El-Şêx got, pêşkeftina akademîk a xwendekaran dê di pêşerojê de alîkariya wan bike ku bi endamên civakê re bibin yek.
Hêjayî gotinê ye ku dê ezmûn hefteyekê bidomin, piştre dê betlane dest pê bike û xwendekarên serkeftî werin xelatkirin.
