LI KANTONA CIZÎRÊ BI ARMANCA PARASTINA JÎNGEHÊ PÊNGAVEK HAT DESTPÊKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Akademiya Jîngehê ya bakur û rojhilatê Sûriyê pêngaveke hişyariyê li kantona Cizîrê daye dest pê kirin.
Pêngav di çarçoveya xurtkirina hişyariya Jîngehî de, hate destpêkirin û di çalakiyên wê de dê semîner ji bo mamosteyan werin pêşkêşkirin.
Sibeha îroj semînerek ji aliyê Hevserokê Akademiya Jîngehê Ciwan Murad ve li dibistana Bedîi Xelo ya bajarê Amûdê hate dayîn.
Di semînerê de mijarên weke têgînên Îkolojîk, mijarên parastina Jîngehê û perwerdekirina zarokan li ser vê çandê hatin nîqaşkirin.
Beşdarên semînerê hêvî kirin ku pêngavên bi vî rengî her dewam bike.

Share This Article