LI QAMIŞLO Û HESEKÊ BERXWEDÊRÊN 14’Ê TÎRMEHÊ HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê yên zindana Amedê li seranserî herêmê hatin bibîranîn.

Li lîstikgeha 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya bi rihê 14’ê Tîrmehê em ê aştî û civaka demokratîk ava bikin, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û piştre sinivizyonek derbarê berxwedana 14’ê Tîrmehê de hate pêşandan.

Li hola serdem ya bajarê Hesekê jî şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Endamê desteya hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di çalakiyê de axivî û behsa lehengiya berxwedêrên zindana Amedê kir.

Di merasîm û çalakiyên bîranînê de tekezî li ser berdewamkirina doza şehîdan û serxistina banga aştiyê hate kirin.

Share This Article