LI HESEKÊ SURYANAN XWEPÊŞANDAN BI RÊXISTIN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Pêkhateya Suryan li pêşiya avahiya parêzgeha Hesekê xwepêşandan organîze kir. Pêkhateya Suryan xwestin destûra Sûriyeyê were sererastkirin û bi qanûnî hebûna wan qebûl bikin.

Bi dehan ji pêkhateya Suryan bi cil û bergên xwe yên gelêrî li bajarê Hesekê li pêşiya avahiya parêzgehê derketin xwepêşandanê.

Di xwepêşandanê de pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Em ji hikumeta Sûriyeyê dixwazin ku nasnameya gelê Suryan nas bike û mafên wan bide”, “Zimanê suryanî bibe zimanekî fermî li Sûriyeyê”, bilind kiribûn.

Di xwepêşandanê de endamê Desteya Rêveber ê Partiya Yekitiya Suryanî Gabriel Şemon da zanîn ku wan bi parêzgarê Hesekê re hevdîtin kiriye û parêzgar dê daxwazên wan bigihîne serokê hikumeta demkî.

Share This Article