PIŞTGIRIYÊN JI BO BIRYARA PKK’Ê YA DÎROKÎ ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Siyasetmedar Yûsif Kûtê got, biryara PKK’ê biryareke dîrokî ye û eger Tirkiyê dixwaze di pêşerojeke xweş û aştiyane de bijî, divê gavên cidî û mezin biavêje.

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê Kongreya xwe ya 12’emîn di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk anî û biryarên dîrokî wergirt.

PKK’ê ragihand ku tevahî xebatên bi navê PKK’ê bi dawî dibin û ji têkoşîna çekdarî derbasî têkoşîna siyasî dibin.

Li sernaserî Kurdistan û cîhanê ev biryar hat pêşwazîkirin û êdî her kes li benda gavên Tirkiyeyê ye.

Siyasetmedar Yûsif Kûtê anî ziman, di demekê de ku li Cîhanê modela siyasetê ya herî pêşketî ye, biryara PKK’ê girîng bû.

Her wiha tekez kir ku eger Tirkiyê dixwaze di pêşerojeke xweş û aştiyane de bijî, divê gavên cidî û mezin biavêje.

Kongereya PKK’ê bi beşdarbûna 232 delegeyan li du cihên cûda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Hemû delegeyan bi yekdengî biryara bidawîkirina karên bi navê PKK’ê tên meşandin, dan û soza destpêkirina qonaxeke nû ya demokratîk û aştiyane dan.

Share This Article