Di demekê de ku buhayê zebzeyan bi awayekî berçav bilind dibe, niştecîyekî gundewarên Amûdê serî li çareseriyeke hêsan û pratîk daye, ew jî çandina cureyên zebzeyan li ber mala xwe ye.
Ev çandinî di nava şert û mercên aborî yên dijwar û zêdebûna lêçûnên jiyanê de pêk tê ku teşwîqa vegera bo baxçevaniya malê dike, wekî rêyek ji bo bihêzkirina ewlehiya xurekê ye.
Di demekê de ku buhayê zebzeyan bi awayekî berçav bilind dibe, niştecîyekî gundewarên Amûdê serî li çareseriyeke hêsan û pratîk daye.
ew jî çandina cureyên zebzeyan li ber mala xwe ji bo dabînkirina pêdiviyên malbata xwe.
Adil Seîd welatiyê ji gundê Şidî diyar dike ku armanca vê destpêşxeriyê ne tenê sivikkirina barê lêçûnên jiyanê ye, di heman demê de bidestxistina zebzeyên paqij e.
Adil Seîd anî ziman ku çandina zebzeyan li malê, derbarê kalîteya tiştên ku ew dixwe de, baweriyeke mezintir dide wî.
Ev çandinî di nava şert û mercên aborî yên dijwar û zêdebûna lêçûnên jiyanê de pêk tê ku teşwîqa vegera bo baxçevaniya malê dike, wekî rêyek ji bo bihêzkirina ewlehiya xurekê ye.
