JI BO ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYÊ LI KOBANÊ ÇALAKIYA KONVEDANÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, li navçeya Qinê ya bajarê Kobanê çalakiyeke konvedanê hate lidarxistin.
Çalakî bi sponseriya Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşmeya ” Bi rihê fedayî ya gerîlayan werin cenga azadiyê, azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin” hat lidarxistin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û komploya li dijî Rêber APO hate şermezarkirin.
Her wiha hate gotin, berxwedana gel û ciwanan planên hêzên komploger vala derxist û gel li dora Rêber APO bû xelekeke ji agir.
Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe bi dawî bû.

Share This Article