LI HESEKÊ 47 DEQEYAN ÇALAKIYA PEYKERÊ ZINDÎ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Tevgera Çand û Hunerê bi wesîleya salvegera 47’an a damezirandina PKK’ê 47 deqeyan çalakiya peykerê zindî li dar xist.

Çalakiya 47 peykerên zindî li çerxerêya Dêrê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê bi dirûşma “Ne dawî ye, destpêkeke nû ye” pêk hat.

Di vê çalakiyê de ku şêniyên bajar û endamên saziyên amade bûn, peyker 47 deqe ku nîşaneya 47 salên têkoşîna PKK’ê ye hate danîn.

Tê payîn ku çalakiya 47 deqeyên peykerê zindî wê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were.

Share This Article