Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê îro derbarê berxwedana dîrokî ku li Bemdava Tişrînê tê meşandin civînek lidarxist.
Civîn bi beşdarbûna nûnerên Partiyên Siyasî, kesayetên Rewşenbîrî û hejmarek ji Rojnamevanan li parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo pêkhat.
Piştî xuleyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan, sinivozyonek derbarê girîngiya stratîjîk a Bendava Tişrîn hate pêşandan.
Piştre behsa rol û misyona siyastmedar,rewşenbîr û rojnamevanan di ronîkirina berxwedana şervanên QSD û gelê nobedar ên li bendava tişrînê hate kirin.
Beşdaran gotin, divê her kes piştgiriya berxwedana li bendavê bike ji ber ku berxwedana bendavê çarenûsa hebûna gelê herêmê diyar dike.
Her wiha xwestin kesayetên çalak, berxwedana li bendavê bi rêya xebatên xwe bi aliyên navneteweyî re bidin naskirin.
REWŞENBÎRÊN CIZÎRÊ DERBARÊ BERXWEDANA BENDAVA TIŞRÎNÊ CIVÎNEK LI DAR XISTIN
