Li Qamişloyê tevgera erebeyan zêde ye, ev yek jî dibe sedema Rûdana qezayên Tirafîkê .
Xelkên Qmişlo banga li aliyên têkildar dikin ku kesên bê ruxset Erebeya bi kar tînin, ceza bikin .
Her wiha rêveberiya Tirafîka bajarê Qamişlo dibêje ji bo rêgirtina li hember Bûyerên Qezayan we ê kamêreyan li ser Çirayên Tirafîkê deynin .
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara Erebeyan zêde bûye. Ew yek ji ber hejmara zêde ya niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet piştî ku şêniyên herêmên cuda yên Sûriyê jî hatin herêmê, pêk tê .
ev qerbalixî dibe sedema gelek bûyerên tirafîkê ji wan qezayên erebeyan ku Di dema dawî de zêdetirî 7 Qezayên Tirafîkê li Herêma Cizîrê rû dane .
Xelkên bajarê Qamişlo dibînin ku nepabendîbûna bi Çirayên Tirafîkê dibe sedema rûdana qezayan .
Xelk banga li aliyên têkildar dikin ku kesên bê ruxset Erebeya bi kar tînin, ceza bikin .
rêveberiya Tirafîka bajarê Qamişlo Hejar Mihemed diya kir ku ji bo rêgirtina li hember Bûyerên Qezayan we ê di demên pêş de kamêreyan li ser Çirayên Tirafîkê deynin .
Polêsên trafîkê bi hemû hêza xwe hewl didin têgeha çanda birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê di civakê de belav bikin.
Polîsên trafîkê li gel rewşa hewayê ya ne baş jî tevgera Erebeyan bi rêxistin dikin û ajokaran hişyar dikin .
<iframe src=”https://rojava.video/embed/DmPOFmKI7Ayci7c” frameborder=”0″ width=”700″ height=”400″ allowfullscreen></iframe>
