Ava çemê Firatê ji 2021’an ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker hatiye kêmkirin, ev yek azaran ji xelkên herêmê re çêdike.
Berpirsê bendavên giştî yên bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kir ku, ji ber kêmbûna rêjeya avê, paşketinek di warên çandinî û aborî de rû daye.
Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan şerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Dewleta Tirk ji destpêka sala 2021’ê ve ava Çemê Firatê li ser Sûriyê qut kiriye, bi vê yekê polîtîkaya şerê avê û tîkirinê wekî kaxezeke zextê li dijî bi milyonan mirovan bi kar tîne.
Ev yek metirsiyên rûdana felketeke mirovî û jîngehî li ser tevahî herêmê çêkiriye.
Derbarê vê mijarê de, Koçberên kantona Efrînê yên ku li Reqayê dimînin ji Rojava Tv re gilî û gazinên xwe ji qutkirina avê kirin.
Koçberan diyar kirin ku ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê firatê, gelek nexweşî belav bûne.
Li aliyekî din Rêveberê bendavên giştî yên bakur û rojhilatê Sûriyê Îmad Ibêd jî anî ziman ku ji ber kêmbûna rêjeya avê, paşketinek di warên çandinî û aborî de rû daye.
Asta ava Çemê Firatê ku ji Tirkiryê ber bi Sûriyê ve diherike bi awayekî berbiçav kêm bûye
daketina berbiçav a asta ava gola Bendava Firatê ji asta wê ya asayî, metirsiyekê li ser proseya xizmetguzariyê weke çandinî û kehrebe dike.
