RÊVEBERIYA BAJARÊ KOBANÊ SERDANA MALBATA MEXDÛRÊN KOMKUJIYA XIRAB ÎŞKÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Piştî ku di çarçoveya pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê de, li bajarê Çelebiyê nuqteyên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û hikumeta demkî hatin avakirin, rêveberiya Kobanê duh serdana malbata şehîdên komkujiyê kir.

Rêveberiya Kobanê sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku ji ber êrişan nikaribûn heta niha herin serdanê.

Piştî serdanê, rêveberiya Kobanê û endamên malbatê berê xwe da cihê komkujiyê û zirarên ku rûdane şopandin

Komkujiya gundê Xirab Îşkê 25’ê Çileyê pêk hatibû. Ji malbatê 5 kes şehîd bûbûn û 5 kes jî birîndar bûbûn.

Share This Article