8’EMÎN PÊŞANGEHA ŞEHÎD HEREKOL A PIRTÛKAN DI ROJA 2’AN DE DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan di bin dirûşmeya “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” di roja xwe ya 2’an de li bajarê Qamişlo dewam dike.
Di pêşangehê de zêdetirî 143 hezar pirtûk û 15 hezar serenav tên pêşandan, Pirtûk bi zimanên kurdî (kurmancî, soranî), erebî, tirkî, îngilîzî, rûsî, fransî, suryanî, ermenî û almanî ne.
54 wşanxane, navend û saziyên wejeyî ji herêma Bakur û rojhilatê Sûriyê û derveyî herêmê tevlî pêşangehê bûne.
Di nava pêşangehê de semîner jî tên dayîn, her wiha çalakiyên hunerî û îmzekirina pirtûkan jî tên lidarxistin.
Biryar e ku pêşangeh heta 22’ê Cotmehê dewam bike.

Share This Article