LI HELEBÊ ŞEHÎD MAM ZEKÎ ŞENGALÎ HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Di salvegera 6ˊemîn a şehadeta Mam Zekî Şengalî de Mala Êzidiyan a Helebê mûman li ser gorên şehîdên Goristana Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê vêxistin.
Di çalakiya bîranînê de endamê Meclisa Giştî ya Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Menan Cafer tevahî şehîdên azadiyê di serî de fermandar Egîd û Mam Zekî Şengalî bi bîr anî.
Menan Cafer got şehîd Mam Zekî Şengalî xwedî gelek taybetmendiyan e û hin axavtinên Mam Zekî Şengalî ku digot kurdên êzidî ne mîna berê ne, êdî rastiya kî bi wan re û kî li dijî wan e baş dizanin, bibîrxist.
piştî axaftinê beşdaran kulîlk danîn ser gorên şehîdan û mûm pêxistin.
Çalakî bi diruşmên silavkirina berxwedana Şengalê û parastina pransîbên Pêngava 15ˊê Tebaxê bi dawî bû.

Share This Article