Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê meşek li dar xistin.
Beşdarên meşê tekez kirin ku heta henaseya dawiyê ew ê piştevaniya berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bikin.
Ciwanên kantona Efrîn û Şehbayê ne, maşele hilgirtine destê xwe û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşeke girseyî li dar xistin.
Meş bi beşdariya bi sedan ciwanên kantonê li bajarokê Ehdas hate lidarxistin. Ciwanan bênavber dirûşmeyên Bijî Berxwedana Gerîlayan û bimre îxanet berz kirin.
Di meşê de axaftin hate kirin û hate gotin, gerîlayên azadiya rûmet û nirxên pîroz ên gelê Kurd diparêzin.
Beşdarên meşê tekez kirin ku, hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker ti carî nayê qebûlkirin û divê gelê Başûr li dij derbikeve.
Meşa tevgera ciwanên şoreşger bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe û bimre îxanet bi dawî bû.
