PARTIYÊN SIYASÎ: KILÎTA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALÎYÊ YE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Elî Şêx got ku, pêkanîna hevdîtinê bi Rêber APO re ji bo me gelekî giring e, ji ber ku kilîta çareseriyê di destê Rêber APO de ye.

28’ê Kanûnê Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinek berfireh pêk anîn.

Di daxuyaniya DEM Partî ya têkildarî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re hat gotin, Rêber Apo careke din amadebûna xwe ji bo pêvajoya aştiyê ragihandiye.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Elî Şêx got ku, pêkanîna hevdîtinê bi Rêber APO re ji bo me gelekî giring e, ji ber ku kilîta çareseriyê di destê Rêber APO de ye.

Her wiha Elî Şêx bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku dawiyê li êrîş û polîtîkayên xwe bîne.
Di hevdîtina DEM PARTÎyê de Rêber Abdullah Ocalan tekezî li ser jinûve bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan kiribû û weke berpirsyariyeke dîrokî bi nav kiribû.

Share This Article