ŞÊNIYÊN HESEKÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ MEŞIYAN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Hesekê îro li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke girseyî li dar xistin.

Meş bi dirûşma “Dewleta Tirk komkujiyan dike, cîhan xwe bê deng dike” ji Çerxerêya Kevokê dest pê kir û heya Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî ya li bajêr dom kir.

Di meşê de wêneyên şehîdên berxwedana bendava Tişrînê, alên QSD û pankartên “Ji dagirkeriya Tirk re na”, “Na ji kuştina sivîlan re” hatin bilindkirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin li ser navê Meclisa PYD’ê ya Hesekê hat kirin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û komkujiya li Sirînê pêk hatiye. her weha bang li rêxistinên navneteweyî hat kirin ku bi rola xwe ya garantor rabin û êrişan bidin rawestandin.

Share This Article