LI HELEBÊ ROLA KURDAN YA LI WELATÊN ŞAM Û MISRÊ HAT NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Foruma Helebê ya çandî semînerek li ser Rola Kurdan li welatên Şam û Misirê li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar xist.

Forum bi beşdariya bi dehan ji welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaran pêk hat.

Piştî rêzgirtinê li ser Rola Kurdan ya li welatên Şam û Misrê û bandora wan li ser parastina pirrengiya çandan hate nîqaşkirin.

Piştre deriyê nîqaşan hate vekirin û beşdaran telezî li ser dîroka kevnar a bihevrejiyana di nava gelên rojhilata navîn de kirin.

Share This Article