CIVÎNA NÎVÊ SALÊ YA KOORDÎNASYONA JINAN BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
2 Min Read

civîna nîvê salê ya koordînasyona jinana rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê bi encamnameyekê bi dawî bû.

tê de armanca yekkirina nêrîn, kedên jinan û beşdarbûna wan di tevahî biryarên Rêveberiya Xweser asas hat girtin.

Koordînasyona Jinan a rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya nîvê salê lidarxist.

di civînê de serokên desteyan ên komîteyên jinan ên 7 kantonan rapor xwendin, rewş û astengiyên li hember her komîteyekê, rexne û rexnedayîn hatin kirin û şîrovekirin.

Dûre rewşa jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa rêxistinî hatin nîqaşkirin.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû, ji giringtirîn encamnameyan jî Bi armanca yekkirina nêrîn, kedên jinan û beşdarbûna wan di tevahî biryarên Rêveberiya Xweser de divê têkilî bi jinan re bê danîn.

Atolya ji bo xurtkirina siyasî, rêveberî û aborî ya jinan bên lidarxistin, Panel û semînerên fikrî ji bo xurtkirin û piştgiriya rola jinan di biryardayînê û cihên rêveberiyê de bên lidarxistin.

Xebitîna li ser têkoşîna diyardeya hişbirê di nava ciwanan û civakê de, Avakirina komîteyên taybet bi amadekirina serjimarî û lêkolînên girêdayî tundiya li dijî jinan û diyardeyên civakî yên neyênî (koçberî, fihûş, zewaca temena biçûk, kuştin û bazirganiya bi jinan).

Temamkirina rêzeçalakiyên hemleya belavkirin û pêkanîna qanûna malbatê di nava tevahî kantonan de.

Xurtkirina rola têkiliyên dîplomasî ya jinan bi rêya vekirina korîdoran bi tevahî rêxistin û komeleyên jinan li ser asta xwecihî, herêmî û navneteweyî.

Piştgirî û pêşxistina navendên perwerdekirin, parastina jinan û xebitîna li ser vekirina navendan li kantonan.

Share This Article