Rêveberiya dibistanên Amûdê bi hemahengiya yaneya El-Ehlî û Şîrketa Darîn, bi armanca geşkirina beşdariya keçan di warê werzîşê de, du maçên futbolê organîze kirin.
Maç bi beşdariya rêveberiya dibistanan, Kongra Star, hejmarek mamoste û xwendekar li lîstikgeha Amûdê hatin lidarxistin.
Di maçê de 4 tîm amade bûn: tîma Dibistana Tîrêj û Bedîe Xelo yên navîn û Dibistana şehîd Viyan Amara û Meryem Xan yên amadehî.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan, maç di navbera tîman de dest pê kir û nav atmosfereke germ de bi rê ve çû.
Di dawiyê de, tîma Bedîe Xilo li ser asta dibistanên navîn û tîma dibistana şehîd Viyan Amara jî li ser asta amadehî bi ser ketin.
Di dawiyê de hemû beşdar di nava coş û çepikan de tîmên serketî xelat kirin.
RÊVEBERIYA DIBISTANÊN AMÛDÊ 2 MAÇÊN FUTBOLÊ YÊN KEÇAN LIDAR XIST
