Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê li Goristana Şehîdan a Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmeke bibîranînê li dar xist.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li ser rihên cangoriyên azadiyê dest pê kir.
Piştre Rêvebera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn axivî û got:
”Herdu fermandarên şehîd ji damezrandina partiyê ne û heta roja şehadetê mohra xwe li dîroka têkoşîna partiyê dan.”
Her wiha Avaşîn Efrîn anî ziman ku kongreya PKK’ê tê wateya serkeftin û guhertina şêwaza têkoşînê.
Di dawiyê merasîmê de beşdaran sersaxî ji dayikên Aşîtiyê re xwestin.
