Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê di sala 2017’an de proseya jinûve avakirina bajêr dest pê kir.
Welatiyên kantona Reqayê diyar dikin ku şaredariya gel rêyên wan çaksaz dike û projeyên xizmetguzariyê yên giring pêk tîne.
Piştî rizgarkirina kantona Reqayê di sala 2017’an de, proseya jinûve avakirina tax û dezgehên wêranbûyî yên bajêr dest pê kir.
Rêveberiya Sivîl a kantona Reqayê û gundewarên wê li gor derfetên xwe yên berdest û sînordar xebatên geşkirina bajêr didomîne.
Welatiyên bajarê Reqayê diyar dikin ku şaredariya bajêr rêyên wan çaksaz dike û dîdarên bajêr ciwantir dike.
Her wiha welatiyan da zanîn ku hêviya wan herdem ew e ku welatê wan geş û aram bimîne.
Şaredariya gel a Reqayê jî ruxsetan pêşkêşî welatiyan dike û di avedankirina bajêr de bi xelkê re dibe alîkar.
