Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûryaya Demokratîk Mazlûm Ebdî bi riya vîdyoyeke tomarkirî tevlî komxebata navdewletî ya NRLS bû û diyar kir ku siyaseta Inkarkirinê ya bi Peymana Lozanê re dest pê kir negihîşt armanca xwe û bi bin ket.
Berfirehiya axaftinên Mazlûm Ebdî di vê raporê de
Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku îro roj li Rojhilata Navîn hejmara Kurdan gelek e û derfeta wan heye ku xwe di nexşeya Rojhilata Navîn de tomar bikin.
Ebdî got, destkeftiyên Kurdan gelek in, ew jî bi saya qurbaniyên mezin yên ku dane, îro roj Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi giştî hewil didin mafên xwe bi dest bixin.
Ebdî anî ziman ku ji bo ev destkeftî werin parastin divê hin awa bên dîtin, li Başûrê Kurdistanê destkeftî hene dive werin parastin, her wiha li Bakur hewildan û berxwedaneke mezin heye ji ber wê dive em piştgiriya gelê xwe yê li Bakur bikin, di heman demê de divê Şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê bighêje armanca xwe, ji Rojavayê Kurdistanê re jî ev yek derbasdar e.
Ji bo bidestxistin û parastina van destkeftiyan Mazlûm Ebdî bang li gelê Kurdistanê, hêzên siyasî û leşkerî kir ku têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin jib o derfeta di destê kurdan di dema niha de winda nebin .
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di dawiyê de tekez kir ku Hêzên QSD’ê ji her cure diyalog û yekbûna refan ji bo doza Kurdî bêyî şert û mercan amade ye û got, me bi riya destpêşxeriyên xwe hewil da yekbûna hêz û aliyên siyasî li herêmê çêbikin û em gihîştin nexşerêyeke siyasî lê belê ew rawestiya û berdewam nekir, em amade ne careke din dest bi wan lêkolînan di navbera hemû Partiyên Siyasî yên Kurdî de bikin, ev pêvajo ya yekbûna kedan e û em ji partiyên siyasî hêvî dikin ku vegerin maseya diyalogê.
