ŞERVANÊN QSD’Ê Û YPJ’Ê LI ENIYÊN PÊŞ BERXWEDANEKE DÎROKÎ DIMEŞÎNIN

Rojava Tv
2 Min Read

Li kêleka berxwedana şervanan, berxwedana gelê herêma bakur û rojhilatê sûryê jî bi israr û bi coşeke mezin dewam dike.

Şervanên QSD ji rojava tv re behsa berxedana ku li hember dagirkeran tê meşandin kirin û gotin, ew ê heta kêliya dawî parastina herêmên xwe bikin.

Şervanên QSD, YPG û YPJ ji bo parastina ax, av û axa xwe ji êrîşên dewleta tirk a dagirker zêdeyî 40 roj in li bendava tişrînê ku bi bendava berxwdanê tê naskirin her wiha li pira qereqozaqê berxwedaneke dîrkoî dimeşînin.

Li kêleka berxwedana şervanan, berxwedana gelê herêma bakur û rojhilatê sûryê jî ku nobrtdariya bendava tişrînê dikin, bi israr û bi coşeke mezin dewam dike.

Şervanên QSD ji rojava tv re behsa berxedana ku li hember dagirkeran tê meşandin kirin û gotin, ew ê heta kêliya dawî parastina herêmên xwe bikin.

Her wiha şervanan behsa nobetdariya gel a li bendava Tişrînê kirin û gotin, ew hêza xwe ji coş û israra gel digirin, ew ê bi gelê xwe re planên dagirkeriyê pûç bikin.

Şervanên QSD’ê di bersivdana êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê de dewam dikin.

Li gorî bîlançoya dawî ya QSD aşkere kiriye, di çalakiyên doh de 9 çeteyên dagirkeriyê hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn

Share This Article