Rêxistina Greenness bi armanca belavkirina çanda paqijiyê, li bajarê Qamişlo dest bi pêngaveke paqijiyê kir.
Pêngava paqijiyê ji pêşiya dergehê balafirxaneya navdewletî ya bajarê Qamişlo dest pê kir û kolanên sereke hatin paqijkirin.
Li gorî berpirsên pêngavê armanca wan ew e ku jîngeheke paqij were avakirin û çanda paqijiyê were belavkirin.
Beriya niha jî Rêxistina Greenness li bajarê Qamişlo dest bi pêngaveke paqijiyê kiribû.
