Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çaremîn Hefteya Wêjeyê ku tê de kesayetiyên navdar ji hundirê Sûriyeyê jî beşdar dibin, li bajarê Hesekê da destpêkirin.
Rojava TV atmosfera roja yekem ya çalakiyê şopand û ev rapor amade kir.
Çaremîn Hefteya Wêjeyê, bi beşdarbûna hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û helbestvanên ji kantona Cizîrê û hin nivîskar û rewşenbîrên ji Lazîqiye û Humsê, duh li bajarê Hesekê dest pê kir.
Destpêkê li ser navê Dîwana Wêjeyê, Endama Rêveber a Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşê bi xêrhatina hemû beşdaran kir. Piştre, semînerek bi sernavê “Asoyên Hevkariya Wêjeyî li Sûriyeyê Piştî Guhertinê” ji hêla nivîskar û helbestvan Diya’a Iskendar ve hate dayîn.
Derbarê semîner û çalakiyên Hefteya Wêjeyê de, Endama Rêveber a Dîwana Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşê, hin hûrgulî ligel Rojava TV parve kirin.
Ji aliyê xwe ve, nivîskar Kemal Necim diyar kir ku hefteya wêjeyî ya îsal bi rengekî nû tê, ji ber ku mijarên dê werin niqaşkirin, wê rengîniya civaka Sûrî bidin pêş.
Hêjayî gotinê ye ku hefteya wêjeyî dê şeş rojan berdewam dike, û di roja dawî ya çalakiyê de, dê daxuyaniya dawîn were xwendin.
