Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Ermenî bi daxuyaniyên cûda, kiryarên ku li dijî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, her wiha teqîna ku li dijî Mizgefta Elî bin Ebî Talib a Elewiyan a li Humsê şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de bang li aliyên têkildar hat kirin ku êrişkarên Herdu taxan û Mizgefta Humsê eşkera bikin, wan radestî edaletê bikin û parastinê xurt bikin.
Êrîş û dorpêça li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji aliyê çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê hîna berdewame.
Teqîna ku li dijî Mizgefta Elî bin Ebî Talib a Elewiyan a li Humsê jî hat kirin, wijdarê gelê bakur û rojhilatê Sûriyê êşand.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê hedefkirina mizgefta Humsê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Ev sûc binpêkirina hurmetiya olan û nirxên mirovahiyê ye.
Di heman demê de êrişek li dijî yekitiya civakê û ewlehiya wê ye.
Dîsa jî kîna kor a ji bo belavkirina fitneyê û têkbirina aştiya navxweyî nîşan dide.
Di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hat kirin ku êrişkaran aşkera bikin û wan radestî edaletê bikin û parastinê xurt bikin. Li dijî tundrawiyê jî banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi daxuyaniyeke nivîskî teqîna li Mizgefta Elî Bîn Ebî Talib a Elewiyan a li Humsê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn hat xwestin.
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li dijî êrişên terorî û tundiyê banga hewldanên nîştimanî yên hevbeş û hevkariya di navbera hemû aliyên sûriyeyî yên çalak de kir
Partiya Yekitiya Ermenî jî bi daxuyaniyekê êrişên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca êrişan derxistina fitne, kîndarî û nefretê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de ye.
Her wiha hate gotin, êriş di çarçoveya pabendînebûna bi peymana 10’ê Adarê de tê kirin, di heman demê de domandina paşguhkirina rola pêkhateyên welatparêz ên nîştimanî ye.
Partiyê banga xebateke cidî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî, pêşxistina rola hemû hêzên nîştimanî di sazkirina siberoja welat a bêyî dûrxistin û paşguhkirin, kir.
