LI QAMIŞLOYÊ 2 MILYON Û 765 HEZAR HEBÊN KAPTAGONÊ HATIN GIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê desteserkirina hejmareke mezin ji hebên kaptagonê li Kantona Cizîrê, daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyên Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Mehmûd El-Hisên ve bi amadebûna Desteya Tendirustî, Desteya Ciwanan , Desteya Hundirîn, Hêzên Dij-Madeyên Hişbir û Rêveberiya Giştî ya Asayîşê li bajarê Qamişloyê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hêzên Dijî Madeyên Hişbirê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonek li darxist û tê de 2 milyon û 765 hezar hebên kaptagonê desteser kirin.

Di heman demê de 2 endamên sereke yên tora bazirganiya madeyên hişbir li Cizîrê girtin.

Hêzên Ewlekariyê di dawiyê de tekez kir ku, Ew ê li dijî her şêweyên sûcên birêxistinkirî, di serî de bazirganiya hişbirê, bisekinin.

Share This Article