Tevgera Ciwanên şoreşger bi boneya 38’emîn salvegera pêngava 15’ê tebaxê şahiyek li navçeya Eyn Îsayê li dar xist.
Bi sedan welatiyên navçeyê, endamên tevegera ciwanên şoreşger, nûnerên rêveberiya xweser û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.
Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan û alayên kes, sor û zer hatin xemilandin.
Komên mûzîk, govend û şanoyê berhemên xwe pêşkêşkirin û beşdaran pêngava 15’ê tebaxê weke gava vejîna gelan û azadiyê bi nav kirin.
Têkildarî mijarê rêvebera tevgera ciwanên şoreşger a Herêma Firatê Hebûn Mihemed got ku em weke ciwan xwedî li pêngava 15’ê tebaxê derdikevin.
