Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê, Meclîsa eşîr û rusipiyên û meclîsa olî yên Helebê û Rêxistina Mafê mirovan a Sûriyê bi daxuyaniyên cuda, sûcên li dijî sivîlên li taxên Helebê şermezar kirin û daxwaza destwerdana lezgîn kirin.
Meclis û rêxistinan, hikûmeta demkî berpirsyar dîtin û bang lê kirin ku dev ji van kiryaran berde.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê sûcên li dijî sivîlan li taxên Helebê şermezar kir û daxwaza mudaxeleya tavilê ji bo rawestandina aloziyê kir.
Daxuyanî ji hêla Batûl Hemîd, endamê Komîteya Lihevhatinê ya Mala Jin a Hesekê, bi amadebûna hejmarek ji niştecih û xizmên şehîdan ve hate xwendin.
Meclisa Malbatên Şehîdan destnîşan kir ku êrîş gefek rasterast li ser yekîtiya neteweyî ya Sûriyeyê ne û dibin sedema kûrkirina parçekirinê û hilweşandina tevna civakî ya gelê Sûriyeyê.
Daxuyaniyê tekez kir ku Dewleta Tirkiyeyê ji ber destwerdana wê ya rasterast di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de, berpirsiyarê van êrîşan girt.
Di heman dosyeyê de, Meclîsa eşîr û rusipiyên û meclîsa olî yên Helebê, bi daxuyaniyekê êrîşên li ser taxan şermezar kirin
Daxuyanî li mizgefta Selah Eldîn a ku li taxa Şêxmeqsûda Şerqî dikeve hat dayîn û ji aliyê şêx Omer El-Şamî ve hat xwendin.
Di daxuyaniya xwe de bangawazî ji eşîr û rusipiyên meclîsa olî yên bajarê Helebê û Suriyê tev hat kirin ku, van êrîşan şermezar bikin.
Ji aliyekî din ve, Rêxistina Mafê mirovan a Sûriyê, daxuyaniyek ji bo raya giştî weşand û sûcên li dijî sivîlan li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Yezîd ên Helebê, şermezar kir.
Rêxistina Mafê mirovan a Sûriyê hikûmeta demkî li ser van kiryaran berpirsiyar girt û bang lê kir ku yekser van êrîşan rawestîne û bi hişmendî tevbigere.
Rêxistinê bang li hemî aliyên bi bandor kir ku bi lez mudaxele bikin da ku makîneya kuştinê di nav taxên sivîl de rawestînin û sivîlan bi tevahî ji pevçûnên leşkerî biparêzin.
