DI MEHA REMEZANÊ DAXWAZ LI SER ŞERBETAN ZÊDE DIBE

Rojava Tv
1 Min Read

Bazara bajarê Qamişlo bi xwarin û şerbetên taybet bi meha Remezanê hatiye xemilandin, atmosfereke tijî şahî û hêviyê di van rojên pîroz de serdest e.

Ji xwarinên ku herî zêde tên kirîn û tqerbalix li serê heye marûk, cureyên şêranî û şerbetên taybet bi meha remzanê ne.

kamîreya Rojava TV berê xwe da nava bazara bajêr, xemla remezanê tevger û hêviyên xelkê ya di meha remezanê de şopand.
Ehmed Sewas ku yê ji bajarê Dêrezorê ku ji ber şerê dijwar, koçberî bajarê Qamişlo bû, bi dehan salan firoşkarê Iriq Sûs, Temir Hindî û Cellab ye ji kamêreya Rojava TV re axivî.

Ehmed bajarê Qamişlo weke bajarê evîn, aştî û biratiyê bi nav dike û dibêje, Ji salên dirêj ve ew karê firotina şerbetên remezanê dike.

welatiya bi navê Wela xelîl ya ji bajarê qamişlo dibêje ku îsal atmosfera remezanê cudatire û dibêje şerbetên remezanê xemleke zêde li meha pîroz zêde dike.

Xelkên herêma bakur û rojhilatê sûriyê tevî zehmetî êrîş û şerê taybet meha remzanê bi coş û dilekê gerim bi hêviya ku ev sal bibe sala aramî, aştî û azadiyê rojiya xwe hembêz dikin.

Share This Article