Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2018an de bi çekên herî pêşketî êrîşî gund, navçe û bajarê Efrîn kirin.
Erdnîgariya ku ji pêkhateyên Sûriyê re bû hemêzgehek û ew parastin, rastî hovîtiya Tirkiyê hat.
Efrînî da ku nasname û rumeta xwe ji vê hovîtiyê biparêzin neçarî koçberiya ber bi darê zorê bûn.
Derbarê 18’ê adarê roja dagirkirina Efrînê, Koçberên Efrînî yên ku li bajarê Qamişlo dimînin ji Rojava TV re behsa êşa dûrketinê û hêviya vegereke bi rumet kirin.
Koçberan her wiha di nava axaftinên xwe de gotin, ew ji bilî vegereke bi rumet ku karibe maf, nasname û hebûna Efrîniyan biparêze, ti vegerên din naxwazin.
Piştî 58 rojan ji berxwedaneke dîrokî ya gel, di 18’ê adara 2028’an Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dagirkirin.
Efrînî ji wê rojê ve soza xwe ya berxwedanê heta vegera li warê xwe nû dikin.
