Li bajarên Amûdê, Qamişlo û Dêrikê ên kantona Cizîrê bi hezaran kes di salvegera 27’an a komploya 15’ê Sibatê de bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya sayasî” daketin qadan.
Meşevanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.
Li Dêrik, Qamişlo û Amûdê, bi hezaran kes di salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya (15 Sibat 1999) li dijî Rêber Abdullah bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” daketin qadan.
Bi hezaran şêniyên bajar û gundewarê Dêrikê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ji qada Azadî ber bi kolana Kornîş ve meşiyan.
Di meşê bênavber dirûşmên şermezarkirina komployê û silavkirina berxwdana Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.
Meş li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl ve hate kirin. Aldar Xelîl diyar kir ku berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê li cîhanê û Rojhilata Navîn deng veda.
Li aliyekî din bi deh hezaran gelê bajarê Qamişloyê li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê meşiyan û bi yek dengî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir.
Gel li Çerxerêya Osman Sebrî kom bû û heta Çerxerêya Şehîdan a li naverasta bajarê meşiyan.
Di Mitîngê de piştî xuleya rêzgirtinê, axaftin ji aliyê Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed ve hate kirin.
Remziya diyar kir ku Komploya ku armanca wê qutkirina gel û Rêber Apo bû, 27 sal derbas bû, lê rojane gelê Kurd, dostên gelê Kurd ji bo Rêber Apo li ser pêyan in. Girêdana di navbera gel û Rêber Apo de xurttir bû.
Li bajarê Amûdê jî, şênî li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê kom bûn û komploya li dijî rêber Apo şermezar kirin.
Di çalakiyê de hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya siyaseta şikandina îradeya gelê kurd de pêk hatin.
Çalakî bi dirûşmên ” azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan” bi dawî bû.
