Bi dirûşma “Bi rihê çanda xweşbîniyê û jiyana aştiyane em nirxên civaka xwe biparêzin” civata pêkhate û eşîrên herêma Firatê hat lidarxistin.
Civata pêkhateyan li Kobanê bi amadebûna Êlên Ereb, Tirkmen û Kurd ên herêma Kobanê, fermandarên QSD’ê, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî, nûnerên hikumeta demkî û mêvanên ji Heleb, Reqa, Tebqa û Girê Spî hat lidarxistin.
Her wiha hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, cîgirê wezîrê parastinê Sîpan Hemo û şêwermendê hikumeta demkî Cîhad Îsa El Şêx beşdar bûne.
Civat niha di nava nîqaş û axaftinan de berdewam dike.
