Meclisa Tenduristî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyanieyekê dorpêça berdewam a li ser herdu taxan şeremezar kir û banga destwerdana lezgîn kir.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku dorpêç ji aliyê komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve berdewam e, û rê li ber derbasbûna nava herdu taxan û ketina pêdiviyên bingehîn, weke sotemenî û derman digre.
Karmendên sektora tenduristiyê piştrast kirin ku vê dorpêç rasterast bandor li ser jiyana sivîlan kiriye, ji ber ku yekane nexweşxaneya li herêmê ji ber kêmbûna sotemenî û elektrîkê di rewşeke xirab de dijî. Ev yek bûye sedema girtina beşên girîng.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rayedarên hikûmeta Şamê û Meclisa Parêzgeha Helebê bi tevahî berpirsiyarê encamên vê dorpêçkirinê ne, ji ber ku tiştê ku diqewime wekî cezayek komî li dijî sivîlan e.
Meclisa Tenduristî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dawiyê de daxwaza rakirina tavilê ya dorpêçê û misogerkirina ketina pêdiviyên bingehîn kirin.
