LI AMÛDÊ MALBATÊN DÎLGIRTIYAN BANGA BERDANA ZAROKÊN XWE KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Malbatên dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtî ne li Qada Jina Azad a bajarê Amûdê çalakiyek li dar xist û banga berdana dîlgirtiyên xwe kir.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên malbatên dîlgirtiyan ên bi armanca naskirina aqûbeta zarokên xwe û berdana wan de, li Qada Jina Azad a Amûdê çalakiyek hat lidarxistin.

Malbatan û zarokên dîlgirtiyan pankartên “Em zarokên xwe dixwazin”, “zarokên me berdin” hildan.

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatin berdan, ji girtiyên hikumetê yên ligel QSD’ê de jî 491 kes hatin berdan.

Share This Article