Komeleya Mahabatê ya çandî bi boneya 8’ê adarê roja jinên kedkar ya cîhanî, şahiyek li Nerwêcê li dar xist.
Di şahiyê de çend gotar û axaftin hatin pêşkêşkirin. Axêveran bal kişandin ser berxwedanî û sekna jinên Kurd ên têkoşer.
Selah Keştî dîmenên ciwan ên Nerwêcê kişandin û ji Rojava TV re şandin.
Komeleya Mahabatê ya çandî bi boneya 8’ê adarê roja jinên kedkar ya cîhanî, şahiyek li Nerwêcê li dar xist.
Kurdên ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bi lixwekirina cilûbergên Kurdî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de çend gotar û axaftin hatin pêşkêşkirin. Axêveran bal kişandin ser berxwedanî û sekna jinên Kurd ên têkoşer.
Her wiha beşdarên şahiyê bi berzkirina dirûşmeyên Jin JIyan Azadî û Bijî Kurdistan xemleke cuda dan pîrozbahiyê.
Di dawiyê de hunermendan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin û beşdaran jî dîlan gerandin û şahî bi silavkirina berxwedana Bendava Tişrînê bi dawî bû.
