Li bajarê Monixê yê Almanyayê gelê Kurd û dostên wan ji bo piştgiriya berxwedana Bendava Tişrînê meşek li dar xistin.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li bajarê Monixê yê Almanyayê hatin gel hev û meşek li dar xistin.
Di meşê de berxwedana Bendava Tişrînê hate silavkirin û cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn.
Her wiha hate piştrastkirin ku dê heta dawiyê piştevaniya şoreşa Rojava were kirin û bang li welatên ewrûpayê hate kirin ku bertekên tund li dijî Tirkiyê nîşan bidin.
