ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA LI BAJARÊ HESEKÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Çalakiya konvedanê ya Akadîmiya Jînelojî, Kongra star û Encumena Malbetên Şehîdan ya bajarê Hesekê ku duh bi aramcna şermezarkirina êrîşa li dijî çalakvana jin Nagîhan Akarsal hatibû lidarxistin, di roja xwe ya duyem de bi dawî bû.

Di roja duyem a çalakiyê de nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya xweser her wiha Desteya Jin a Herêma Cizîrê beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, gelek axaftin ji aliyê Desteya Jin û TEV-DEM ve hatin kirin, Piştre sînevizyonek li ser Şehîd Nagîhan Akarsal hate pêşandan.

Têkildarî armanca çalakiya Konvedanê Endama Kongra star a bajarê Hesekê Nehle Iz El Dîn Ehmed nirxandin kir.

Share This Article