Rêxistina Kongra Star a Helebê di bin diruşma “Bi rihê jina rêxistinkirî û komînal em ê xwe azad bikin” civîna xwe ya salane li dar xist.
Civîn bi amadebûna 700 endamên ji tevahî sazî, partî û tevgerên jinan li hola Lêdî Gardin a taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, koma Vejîn a Tevgera Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin.
Dîwana civînê ji beşdaran hat hilbijartin. Piştre axaftin hatin kirin û hate gotin ku ji ber jin li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûne, tu kes nikare wê bê deng bike.
Piştî axaftinan, perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan û rapora Salane hatin xwendin. Her wiha sînevîzyonek li ser çalakiyên Kongra Star ên îsal hat pêşkêşkirin
Civîn bi xelatkirina hin endamên rêveber ji aliyê Kongra Star ve, bi dawî bû.
