ŞÊNIYÊN QAMIŞLO JI BO PIŞTGIRIYA QSD’Ê DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Înîsiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo bi armanca piştgiriya QSD’ê, meşeke li bajêr organîze kir.

Pêkhateyên bajarê Qamişlo, tevgerên jin û ciwanan, hêzên leşkerî û ewlekariyê, sazî û mecalisên Rêveberiya Xweser tev li meşê bûn.

Meş ji Çerxereya Selam a li bajarê Qamişlo dest pê kir; Di meşê de wêneyên alên QSD’ê hatin hildan, û dirûşmên “Bijî berxwedana QSD`ê“ “yek e yek e gelê Sûriyê yek e“ hatin berzkirin.

Meş li Çerxereya Şehîd Xalid Osman ya li taxa Tay veguherî mîtingê, di mîtîngê de serokê Meclisa Eşîra Tay Hesen Ferhan El Tay axivî û da zanîn ku hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, ji berê de hevgirtî ye.

Hesen Ferhan El Tay anî ziman ku Ew weke pêkhateyên Ereb ji vê derê piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan didin û Ew ê heya serkeftinê bi QSD’ê re bin.

Share This Article