Bi hezaran kurdistaniyan bi merasîmek girseyî û bi heybet cenazeyê endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê şehîd Salih Muslim ji bajarê Qamişloyê ber bi Kobanê ve oxir kir.
Beşdarên merasîmê tekez kirin ku dê her dem şopdarên xeta şehîdan bin ta xeyalên wan bi cih werin.
Jîn ji te û jiyan ji te, tu namirî ey şehîd.
Bi van gotin û peyvan, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Şehîd Salih Muslim bi merasîmeke bi heybet û girseyî li bajarê Qamişlo ber bi Kobanê ve hat oxirkirin.
Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û leşkerî li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya şehadeta têkoşer Salih Muslim hat xwendin.
Piştî xwendina peyamê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ubeyd Etê axivî û tekez kir ku ew ê dê her dem şopdarên xeta şehîdan bin ta xeyalên wan bi cih werin.
Li aliyekî din endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif axivî, behsa erka şehîd Salih Muslim di belavkirina ramanên Rêber Apo de kir û got, Salih Muslim di serxistina şoreşê de xwedî kedek mezine.
Her di merasîmê de şandeyeke YNK’ê gurzên gulan danîn ser gora şehîd û bi navê serokê YNK’ê Bafil Talebanî, Luqman Werdî axivî. her wiha Bi navê siyasetmedarên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, siyasetmedarê ji Başûr Serdar Abdullah jî axivî.
Keça şehîd Salih Muslim jî, Perwîn Muslim axivî û spasiya rayedarên Başûrê Kurdistanê kir û soza domandina rêya bavê xwe da.
Di dawiyê de hevrê û hezkiriyên şehîd Salih Muslim cenaze ber bi bajarê Kobanê ve bi rê kir. Tê payîn ku li Kobanê wê şehîd Salih Muslim bi merasîmekê were oxirkirin.
