KOORDÎNASYONA KONGRA STAR KONFERANSA XWE YA 4’EMÎN LI ŞEHBAYÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin dirûşmeya “Bi ruhê Jiyan û Zeynebê em ê destkeftiyên jinan biparêzin û bi ser bikevin” Koordînasyona Kongra Star konferansa xwe ya 4’emîn li kantona şehbayê li dar xist.

Konferans Bi amadebûna Encumena Kantona Efrîn û Şehbayê, Komîteya Jina Azad a Şehbayê, Navenda Janlojiyê ya Lêkolînên Jinê û nûnerên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Encumena Malbatên Şehîdan û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê hate lidarxistin.

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Dîwana ku ji endamên kordînatora kongira Star Efrîn, Ferîde Îbo, Elîf Mihemed û Fatma pêk tê, hat avakirin.

 

Share This Article