Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya roja yekemîn a kongreya xwe bi nîqaşkirina rêziknameya yekîtiyê bi dawî kir. Konferans di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Doh Kongreya 2’yemîn a Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma ‘Parêzerî peyamek e, bingeha wê tekezkirina nirxên civaka xwezayî ye’ bi beşdariya zêdetirî 70 delegeyan li Qamişlo dest pê kiribû.
Di roja yekemîn a kongreyê de, gelek axaftin hatin kirin, perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, raporên kar û barên yekîtiyê hatin xwendin û rewşa rêxisitinî ya yekîtiyê û rêziknameya wê hatin nîqaşkirin. Îroj jî herî zêde nîqaş li ser tecrîda giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û dosya darizandina çeteyên DAIŞ’ê ye.
Tê payîn ku îro Kongreya 2’yemîn a Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi encamnameyekê bi dawî bibe.
