10’emîn Festîvala Hunera Zarokan li bajarokê Rimêlan yê kantona Cizîrê bi çalakiyê zarokan yên germ di roja xwe ya duyemîn de dewam dike..
Festîval bi dirûşma ” Min destê xwe da zarokan, wan ez gîhandim azadiya asîmanan” ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand a Jinan ve û bi hevkariya TEV-ÇAND’ê hatiye birêxistinkirin bi hunerên nû dewam dike.
Ji tevahiya pêkhateyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Hemîsê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê 28 komên zarokan beşdarî festîvalê bûne.
di roja duyemîn a Festîvalê de de gelek komên ji bajarên navbûrî berhemên xwe yên cuda pêşkêş kirin.
Roja duyemîn a festîvalê bi gerandina xelekên govendê li ber stranên komên beşdar bi dawî bû.
