Endamê Rêveber a meclisa Tendirustî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Azad Reşo ji Rojava Tv behsa bandorên dorpêçê li ser jiyana sivîlên herdu taxan dike.
Azad Reşo bang li dewletên navnetewî kir ku bi erkê xwe rabe û dawî li dorpêçê bîne.
Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dorpêça xwe ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne.
Piraniya rêyên taxan girtine û bendên ji axê li ser rêyan danîne.
Dorpêça li ser her du taxan bandoreke giran li xebatên bazirganî, pîşeyî, xizmetguzarî û jiyanî kiriye.
Metirsî heye ku ji ber dorpêçê rewşa jiyanî ya her du taxan xirabtir bibe.
Derbarê mijarê de endamê Rêveberiya meclisa Tendirustî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Azad Reşo ji Rojava Tv re behsa encamên dorpêça hikumeta Veguhêz a li dijî herdu taxan dike.
Azad Reşo bang li dewletên navnetewî û rêxistinên mirovî kir ku bi erkê xwe rabin û dorpêça li dijî herdu taxan bi dawî bikin.
Ji 25 rojan ve li taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê yên Helebê, rê nayê dayîn ku sotemenî û pêdeviyên pêwîst derbasî her du taxan were kirin.
Li ser bendên wan ên kontrolê jî niştecihên her du taxan têne kontrolkirin û carinan hin ji wan têne revandin.
