Kongra Star ji bo şermezarkirina komkujiyên li dijî durziyan duh meşeke girseyî li bajarê Qamişloyê li dar xist.
Beşdarên meşê piştrat kirin ku êşa civaka Durzî êşa wan e û heta dawiyê ew ê li pişta wan bin.
Ji ber êrîşên çekdarên hikûmeta veguhêz ên li dijî parêzgeha Siwêdayê bi sedan kes hatin hatin kuştin û wêranieyeke mezin rû da.
Kongra Star ji bo şermezarkirina komkujiyên li dijî durziyan duh meşeke girseyî li bajarê Qamişloyê li dar xist.
Meşê ji çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û li çerxerêya şehîd Rûbar veguherî mitingê.
Di mitingê de axaftin hate kirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku demildest destwerdanê bikin ji bo ku sivîlan biparêzin.
Beşdarên meşê piştrat kirin ku êşa civaka Durzî êşa wan e û heta dawiyê ew ê li pişta wan bin.
Parêzgeha Siwêdayê li Başûrê Sûriyê dikeve û piraniya niştecihên wê Durzî ne. Ji destpêka şoreşê ve daxwaza Sûriyeke nenavendî û demokrat dikin.
