Partiya Yekîtiya Suryanî bi sernavê “Mafên Çandî yên Gelê Suryan-Asûrî li Sûriyê” li navenda rêxistina Pêl li bajarê Qamişlo panelek li dar xist.
Panel ji bo nîqaşkirina Mafên Çandî yên Gelê Suryan-Asûrî, Rastî, Zehmetî û Perspektîfên Parastinê ên ku li Sûriyê tê re derbas dibin hat li daxistin.
Bi dehan kesayetên pispor, partiyên siyasî û çandî yên pêkhateyên asur û siryan beşdarî panelê bûn.
Di panelê de destpêkê li ser rewşa siyasî hate nîqaşkirin û piştire deriyê nirxandinê ji beşdaran re hate vekirin.
Rûniştina diyalogê bi komek pêşniyar û daxwazan bi dawî bû ku dê pêşkêşî Parêzgeha Hesekê û rayedarên peywendîdar were kirin, da ku piştgiriyê bidin hewldanên ji bo xurtkirina aştiya civakî û parastina mîrateya çandî ya civakên xwecihî li Sûriyeyê.
