Kongra Star a Kantona Qamişlo îro bi dirûşma” Bi rihê Şehîdên demê em ê têkoşîna xwe bilind bikin” civîna xwe ya salê li dar xist.
Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo li dar ket.
Rêveber, Endam û xebatkarên Kongra Star li ser asta Kantona Qamişlo beşdarî civînê bûn.
Di civînê de rewşa siyasî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ve hat nirxandin. Şîraz diyar kir ku, ew ê têkoşîn, xebat û projeyên xwe di çarçoveya projeya Netewa Demokratîk de bilind bikin.
Paşê perispektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê bingeha azadiya jin, rapora karûxebatên salekê hatin xwendin, her wiha sînevizyonek li ser xebatên kongra Star hat pêşandan.
Piştî xwendin û nirxandinin, nîqaş ji aliyê beşdaran ve hat kirin û pêşinyar ji bo xebatên sala 2024’an hatin pêşkêşkirin.
